HESEN ZREKkurdish file

HESEN ZÎREK_kurdish file_5

Hevjîna Hesen Zîrek, Mîdya Zendî ku bêjera weşana Kurdî ya radyo Tehranê bû, dibêje:

"Hesen Zîrek bi hezaran stran li Tehran û Kirmanşanê de gotine. Ji ber wan stranên wî rojane du hezar name ji bo me dihatin, di wan nameyan da şandiyan pere jî dişandin ku Hesen Zîrek strana ku daxwazî kirine di radyoyê de biweşîne.

Bernameyên Kurdî yê radyo Tehran û Kirmanşanê, ji ber dengê Hesen Zîrek bala her kesî dikişand û ji ber vê guhdêrên radyo yê jî pir bûn".

Hesen Zîrek ji ber wî dengê xwe yê bi hêz û xweş, rengek pir mezin dabû bernameyên Kurdî yên radoya Tehran û Kirmanşan ê.

Zîrek ku bi wî dengê xwe xizmetek pir mezin ji bo radyoyê kir mixabin ew li radyoyê hat derxistin û hate ji bîr kirin. Di wê demê dengê Hesen Zîrek gihîştibû hemû gund û bajêrên Kurda.

Hesen Zîrek di sala (1350) ( 1971'an) de, li nexweşxaneya Bûkanê çû ser dilovaniya xwedê.


#kurdishfile


#کورد
#کوردستان
#فرهنگ
#تمدن
#اصالت
دیدگاه ها (۴)

آموزش کامل زبان کورد_کوردیش فایلهدیه ای از کوردیش فایل به دو...

احتیاجی به تسبیح نیستدستانت راکه بمن بدهیباانگشتانت ذکر دوست...

HESEN ZÎREK_kurdish file_4Û her wiha bi pêşngiya MUŞÎR HUMAY...

‍ HESEN ZÎREK_kurdish file_3Bi wan ra kar dike û bi hevkariy...

در حال بارگزاری

خطا در دریافت مطلب های مرتبط