emal can her ku da ki rguzar

şemal can ! her ku da ki rêguzar î

Le her derê , demînî û debarî


Je şuna min , here royê hevalan

daye sera minê , kûyê hevalan


Le ser kurmînc xicawê xwe , bela ke

quşme dutarê me , je xewê ra ke


Janê me we kulaman nê beyanê

Meger dutar dîsa biwê zimanê


Meger quşme dîsa me we xwe bînê

şewatê me meger bihemilînê


Sund dexum we refşêne rûzigarê :

Quşme , kemançe , bilîr û dutarê


Meger vana bigîjine dada me

Weyîlla vernakevê xicawê me


Nata pezê yaratû û hewayî

Bela bûnî le vî çolê bêxwadî


Nata şelpey depişirê le wer bî

Nata bîyarê qermûç û şewitî


Nata kerengê hişkê wer şemalê

hildeperrikinî rû le zewalê


Meger vana bigîjine dada me

Weyîlla ver nîakevê xicawê me
دیدگاه ها (۳)

شراب تلخ بیاور که وقت شیدایی ستکه آنچه در سرِ من نیست، بیم ر...

چندگاهیست وقتی می گویم: «اللهم کل لولیک الحجة بن الحسن» با آ...

در حال بارگزاری

خطا در دریافت مطلب های مرتبط