️EFSANEYA ŞAHMARAN_KURDISHFILE_Beşa 1

️EFSANEYA ŞAHMARAN_KURDISHFILE_Beşa 1
SAYÎME XAKPÛR

Efasaneya Şahmaranê ( شاه ماران) bi Kurdî (Şahê maran) destanek pir kevnar di nava Kurdan de ye. Metna eslî ya vê destanê hatiye parastin, lê belê, bi çendîn rivayetên cûr bi cûr jî hatiye gotin.

Destana Şahmaranê di nava Kurdên Êzidî û Elevî de astek taybet heye û şiklê Şahmaranê ku serî de dişibe keçikan û dêla wê jî wekî serê mar e, di nexş û nîgarên kevnar da tê dîtin.

Her wiha Şamar( شامار) navê keçikane ku li her deverên Kurdistanê û bi taybet di nava Kurdên Xurasanê tê bikaranîn.

Şîroveyek ji destana ŞAMAR

Rojekê xortekî bejin bilind û bedew, bi navê TAMASP ku debara jiyana xwe ji riya birîna darên li daristanê bi dest dixe, wekî her caran li malê derdikeve û diçe ser karê xwe yê rojane.

Di rê de piyê wî dizele û dikve nava bîrekê. Her çi qasî ber xwe dide lê nikare xwe ji bîrê de rizgar bike û di bîrê de asê dimîne.

TAMASP êdî bêhêvî dibe. Her wiha bêhêvî serê xwe ji bo peydakirina çareyekê dizivirîne ku nişkave çavên wî dikeve kevînekê ( kunekê)ku li ser dîvarê bîrê ye.

#kurdishfile

#کورد
#کوردستان
#فرهنگ
#تمدن
#اصالت
دیدگاه ها (۱)

️EFSANEYA ŞAMARAN_KUEDISHFILE_Beşa 5SAYÎME XAKPÛRWezîr dêla ...

️EFSANEYA ŞAHMARAN_KURDISHFILE_Beşa 2🖊 SAYÎME XAKPÛRBaldar b...

‍ HESEN ZÎREK_kurdish file_3Bi wan ra kar dike û bi hevkariy...

EFSANEYA ŞAMARAN_KURDISHFILE_Beşa 4SAYÎME XAKPÛRLê bi zorî w...

EFSANEYA ŞAHMARAN_KURDISHFILE_Beşa 3SAYÎME XAKPÛRŞamaran hem...

HESEN ZÎREK_kurdish file_4Û her wiha bi pêşngiya MUŞÎR HUMAY...

HESEN ZÎREK_kurdish file_5Hevjîna Hesen Zîrek, Mîdya Zendî k...

Eger ez Kurd nebûma jî, minê dengê xwe ji bo wê çewsandin û ...

HESEN ZÎREK_kurdish file_2Lêkoln û werger : SAYÎME_XAKPÛRBeş...

ویندوز 8 به زبان کوردی شرکت ماکروسافت سری جدیدی از سیستم وی...

در حال بارگزاری

خطا در دریافت مطلب های مرتبط